17:53 11 Kanûn 2017
Zindî
    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Ji Pentagonê daxuyaniya Kerkûkê

    © Foto: presidency.krd (SHK)
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) li ser rewşa Kerkûkê daxuyanî da û got, "Em bi girîngî rewşê dişopînin û em dê rê nedin ti aloziyek çêbibe."

    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis li ser rewşa Kerkûkê ragihand: "Washington bi giringî çavdêriya rewşa Kerkûkê dike û ji bo rêgirtina rûdana her aloziyekê dixebite."

    James Mattis bersiv da pirseke li ser rewşa Kerkûkê û da xuyakirin: "Pêwîst e hemû alî hewla şikestdana DAIŞê bikin, niha em nikarin pişt li hev bikin, em naxwazin rewş aloz bibe û ber bi şerkirinê ve biçe."

    Mattis got: "Em bi giringî çavdêriya rewşa Kerkûkê dikin. Wezîrê Derve Rex Tillerson jî gotiye min, ew ji nêzîk ve agahdarê rewşê ne û hewl didin, ku rêgirî li çêbûna aloziyan bikin."

    Piştî encamdana referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê li 25ê Îlonê, Hikûmeta Iraqê biryarên sizakirinê wergirtibûn û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gefa bikaranîna hêzê ji bo navçeyên wekî Kerkûkê yên ku li gor madeya 140 a destûra Iraqê nehatine çareserkirin, li Herêma Kurdistanê xwaribû.

    Herî dawî şeva borî 13ê Cotmehê hêzên Heşda Şebî û Iraqî li nêzîkî sengerên Pêşmerge yên dorûbera Kerkûkê ketibûn tevgerê û Pêşmerge vekişiyabûn xeta parastinê.

    Bi heman mijarî:

    Koma Dostên Kurdistanê li Ewropayê daxuyaniya piştgiriyê da
    Rûsya ji helwesta Trump a li ser peymana Îranê xemgîn e
    Bextiyar: Ji bo Kerkûkê civîneke berfireh tê lidarxistin
    Serdozgeriyê li ser îdiayên 'mirina Ocalan' daxuyanî da
    HDPê ji parlamentoyê pirsa rastnivîsandina peyva ‘Kurdistanê’ kir
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de