21:52 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Trump ji bo Pasavanên Şoreşa Îranê fermana dorpêçan da

    © AP Photo/ Alex Brandon
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 97 0 0

    Amerîkayê Pasavanên Şoreşa Îranê (IRGC) xist nav lîsteya dorpêçan.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku wan Pasavanên Şoreşa Îranê (IRGC) xistiye nav lîsteya dorpêçan û got, ‘Îran piştgiriya xwe ya bo terorê berdewam dike.'

    'ÎRAN DI DESTÊ REJÎMEKE FANATÎK DE YE'

    Trump derbarê Îranê de da xuyakirin, "Îran di destê rêjîmeke fanatîk de ye ku ev rejîma tundrew li 1979an hatiye damezirandin û ev rêjima tundrew dewlemendiya miletekî herî kevnar ji dest standiye û li şûna wê bûye sedema aloziyê li tevahiya herêmê."

    Serokê Amerîkayê diyar kir ku Îran di piştgiriya terorê de berdewam e û ew jî li hemberî wê gavan diavêjin.

    Trump herwiha peymana nukleerî ya bi Îranê re rexne kir û got, "Peymana nukleerî ya bi Îranê re, yek ji peymana herî xerab a heta niha hatiye girêdan e. Îranê gelek caran ev peyman binpê kiriye."

    ‘FERMANÊ DIDIM KU DORPÊÇ WERIN SEPANDIN'

    Donald Trump di berdewamê de got, "Ez fermanê didim ku bi sedema piştgiriya terorê dikin, dorpêç li ser Pasavanên Şoreşa Îranê werin sepandin. Bang li hevpeymanên me dikim ku li dijî bêistiqrarkirina Îranê ya herêmê, tevî me bibin."

    ‘ÎRAN ALÎKARIYA ZÊDE DIDE TERORÊ'

    Trump herwiha got, "Îran li gor peymana nukleerî tevnagere. Alîkariyên zêdetir dide terorê. Ez fermanê didim kongreyê û hevpeymanên me ku li ser vê yekê ji nêzîk ve bixebitin."

    ‘ÊDÎ EM NIKARIN BI VÊ PEYMANÊ BI ÎRANÊ RE BIDOMÎNIN'

    Trump herwiha got, "Îran li gor peymana nukleerî tevnagere. Alîkariyên zêdetir dide terorê. Ez fermanê didim kongreyê û hevpeymanên me ku li ser vê yekê ji nêzîk ve bixebitin."
    Trump got, ‘Ez îro radigihînim. Êdî em dê bi vê peymanê re nedomînin û pêk neyînin. Encama vê peymanê (nukleerî) tê maneya zêdetir tundî, teror û terora nukleerî ya Îranê. Fermanê didim, em valahiyên di vê peymanê de bigirin daku careke din rejîma Îranê qet nikaribe dinyayê bi çekên nukleerî tehdît bike.'

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Iraqê 6 daxwazên Ebadî û Heşdî Şebî digihîne YNKê
    HDPê ji parlamentoyê pirsa rastnivîsandina peyva ‘Kurdistanê’ kir
    Fermandarê Pêşmerge Yawer derbarê mohleta 48 saetan de daxuyaniyek da
    Serfermandarê Artêşa Iraqê li ser rewşa piştî referandûmê û Kerkûkê axivî
    Parêzgarê Kerkûkê: Em bi hatina hêzên iraqî şaş man
    Etîketan:
    Îran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de