16:04 14 Kanûn 2017
Zindî
    UNESCO

    Amerîka ji UNESCOyê vedikişe

    © AP Photo/ Jacques Brinon
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarên Amerîkî bi rêya Associated Pressê (AP) ragihandin ku piştî lihevnekirina mijara Filîstînê biryar dan ku ji endamtiya UNESCOyê vekişin.

    Li gori ajansa nûçeyan Associated Pressê (AP) ku ew jî xwe dispêre rayedarekî Amerîkî, Amerîkayê biryar da ku ji lîsteya rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Çand û Perwerdehiyê (UNESCO) vekişiya. Di pejirandina vê biryarê de helwesta Îsraîlê jî têsîr li Amerîkayê kiriye. Ev vekişîn dê serê sala 2018an têkeve meriyetê.

    UNESCOyê sala 2011an dema ku endamtiya esil ya Filîstînê qebûl kiribû DYAye mehaneya xwe nedabû û bi tevahî deynê wê gihabû 500 milyon dolarî. UNESCOyê vekişîna Amerîkayê ji bo malbata Neteweyên Yekbûyî (NY) wendahiyeke mezin hesiband. Dîrektorê giştî yê UNESCOyê ragihand ku ew ji ber vekişîna Amerîkayê ji UNESCOyê xemgîn e.

     

    Bi heman mijarî:

    UNESCO ji bo roja zimanê dayikê tagek vekir
    UNESCO biryara xwe ya derbarê Mescîdî Eqsayê eşkere kir
    UNESCO dê muzîka kurdî biparêze!
    UNESCO daxwaza Rûsyayê qebûl kir
    UNESCO: ‘Tirkiya zarokên kurd ji perwerdehiya kurdî bêpar dike’
    UNESCO: Di nava 9 salan de zêdeyî 700 rojnamevan hatin qetilkirin
    Etîketan:
    AP, Netewên Yekbûyî (NY), UNESCO, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de