14:31 18 Hezîran 2018
Referandûm - Kurdistanê

'Niha ti bijardeyeke leşkerî ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê tune ye'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Malnişîn yê Sererkanê Artêşa Amrîkayê General Ronald Grifs diyar kir ku nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêyên leşkerî çareser nabin û got, "Niha ti bijardeyeke leşkeri ji bo pirsgirêka serxwebûna Kurdistanê tune ye."

Li gorî agahiyên K24ê Cîgirê Malnişîn yê Sererkanê Artêşa Amerîkayê General Ronald Grifs behsa kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û ragihand ku ew di wê baweriyê de, ku Amerîka dikare bi rêyên dîplomasiyê alîkariya çareserkirina wan kêşeyan bike.

Ronald Grifs diyar kir kurd di qonaxeke qonaxeke hestiyar re derbas dibin û wisa berdewam kir: "Pêwîst e di vê qonaxê de bi hişyarî tevbigerin. Ji bo serxwebûnê gavan davêjin lê hevkariya ligel hevparên li herêmê giring e."

Grifs di warê kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî got, "Bi nerîna min niha ti bijardeyeke leşkerî ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê tune ye û Amerîka bi rêya dîplomasiya xwe ya ligel Bexda û Tirkiyeyê, dikare ji bo çareserkirina wan kêşeyan bibe alîkar."

Bi heman mijarî:

Tirkiye: Em ê li gel Îran û Iraqê hêdî hêdî deriyên Kurdistanê bigirin
Hevserokê PYDê: Em piştgirî didin îradeya Kurdistanê û divê her kes jî rêzê bigre
Nivîskarê Siûdî: Ti hêz nikare pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigre
Pêşmergeyan rêyên di navbera Herêma Kurdistanê û Mûsilê de vekirin
Hêzên Pêşmerge: Em ê Kurdistanê bikin goristana dijminan
Tirkiye tanq şandin ser sînorê Herêma Kurdistanê
Etîketan:
serxwebûna herêma kurdistanê, Cîgirê Malnişîn yê Sererkanê Artêşa Amrîkayê, Ronald Grifs, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de