13:25 21 Cotmeh 2017
Zindî
    A-29 Super Tucanos

    Amerîka 2 balafirên şer bexşî Libnanê kirin

    © Flickr/ André Gustavo Stumpf
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 32110

    Amerîka di çarçoveya pakêta alîkariya leşkerî de 2 balafirên şer bexşî artêşa Libnanê kirin.

    Artêşa Libnanê
    © REUTERS/ Ali Hashisho
    Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, Amerîkayê 2 balafirên şer ên êrişî bi modela A-29 Super Tucano li Baregeha Leşkerî ya Hamata nêzî Gêliyê Bekaayê teslîmî artêşa Libnanê kirin.

    Amerîka di çarçoveya peymana leşkerî ya bi artêşa Libnanê re di meha adara borî de 12 pîlot û 20 karkerên tamîra balafiran ên libnanî li Baregeha Hewayiya Leşkerî ya Moody a eyaleta Georgiayê perwerde kiribûn.

    Hat ragihandin ku teslîmkirina balafirên şer, piştî qedandina perwerdeya pîlotên libnanî pêk hatiye.

    Ji xeyrî van herdu balafirên şer, di nav 12 mehên pêşiya me de Amerîka wê 4 balafirên din ên şer bide artêşa Libnanê.

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Libnanê: Kêfxweşî di mala her kurdekî de ye
    Rêxistinê bi moşekên Grad êrişî artêşa Libnanê kir
    Tevahiya milîtanên El Nusrayê ji Libnanê derbasî Sûriyeyê bûn
    Milîtanên El Nusrayê ji herêma Libnanê vedikişin Idlîbê
    Artêşa Sûriyeyê li sînorê Libnanê qadeke 113 kîlometroyî kontrol kir
    Îsraîl ewlehiya xwe ya sînorê Libnanê zêde dike
    Etîketan:
    Amerîkayê 2 balafir bexşî Libnanê kirin, Libnan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de