18:11 24 Hezîran 2018
Avahiya wezareta karên derve ya Amerîkayê

Amerîka: Biryara vîzayê bi kordîneya Koşka Spî hatiye wergirtin

© AP Photo / Luis M. Alvarez
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê krîza vîzayê ya navbera Tirkiye û Amerîkayê de daxuyanî da û got, "Girtina xebatkarê me yê misyona dîplomatîk em hêvîşikestî kirin."

Di daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê de hat gotin, biryara rawestandina vîzayê bo hemwelatiyên Tirkiyê ne biryareke ku ji aliyê balyozê yê Tirkiyê ve hatiye wergirtin e, biryara vîzayê bi kordînasyona me û Koşka Spî hatiye wergirtin.

Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin ku ew bi balyozê xwe yê Tirkiyê John Bass serbilindin ku ew dîplomatkarekî serkeftî ye.

Wezaratê got, ‘Biryara Tirkiyê em gelekî xemgîn kirin.'

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftineke xwe ya 10ê Cotmehê de bi tundî li dijî biryara Konsûlxaneya Amerîkayê derketibû û gotibû, John Bass nûnertiya Amerîkayê nake.

Bi heman mijarî:

Ebadî behsa Konfederaliyê kir û 3 şertên gotûbêjê danîn
Rûsya li dijî plana Amerîka ya derbarê leşkerên Îranê de ye
Katalonya: Ji bo gotûbêjên bi Spanyayê re dem lazim e
Salih Muslim: Em dixwazin têkiliyên me bi Rûsyayê re baş bin
Partiya Skoçî ragihand: Dê referandûmeke din bê kirin
‘Dê serokên Tirkiyê û Îranê li Bexdayê referandûma Kurdistanê nîqaş bikin'
Etîketan:
Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de