14:58 12 Kanûn 2017
Zindî
    Petrol - Nef

    Ji dîplomatê amerîkî daxuyaniya sewkiyata petrola Kurdistanê

    © REUTERS/ Soe Zeya Tun
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 31

    Dîplomatê amerîkî û endamê Lijneya Rêvebiriya Şirketa Petrol a Turcasê Matthew Bryza ragihand ku wê petrola Kerkûkê dîsa li ser rêya Tirkiyeyê bigihîje bazarên cihanê.

    Balyozê Amerîka yê li Azerbeycanê yê berê û endamê Lijneya Rêvebiriya Şirketa Petrol a Turcasê Matthew Bryza ragihand ku dawiya dawî wê petrola Kerkûkê dîsa li ser rêya Tirkiyeyê bigihîje bazarên cihanê.

    Matthew Bryza di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî nêrîna min pirsgirêka di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de wê di dawiyê de xilas bibe û Herêma Kurdistanê dê bi ser Tirkiyeyê re hinardekirina çavkaniyên vejenê yên li Kerkûkê bidomîne. Ev divê bibe. Niha mijara herî girîng ev e ku em ê kengî vê krîzê derbas bikin."

    Bryza di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li cihanê rojane derdora 100 milyon bermîl petrol tê bikaranîn û ji sedî 1ê vê petrolê ya Herêma Kurdistanê ye."

    Bi heman mijarî:

    700 hezar bermîl petrola Kurdistanê gihîşte Îsraîl, Kirwatya û Polonyayê
    Dr. Bêwar Xeneşî: Birîna petrola Kurdistanê wê bandorê li gelek welatên cîhanê bike
    ‘Milyonek bermîl petrola Kurdistanê gihîşte Îsraîlê'
    ‘Petrola Kurdistanê piştî referandûmê jî bi ser Tirkiyê re hat firotin’
    Îranê bi awayekî demkî veguhestina petrola Kurdistanê qedexe kir
    Îngîltere: Tirkiye nikare petrola Kurdistanê rawestîne
    Etîketan:
    Sewkiyata petrola Kurdistanê, Balyozê Amerîka yê li Azerbeycanê yê berê, Matthew Bryza, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de