03:39 14 Kanûn 2017
Zindî
    Îxracat - îtxalat

    Bi krîza vîzeyê nêzî 18 milyar dolar bazirganî kete talûkê

    © AFP 2017/ NELSON ALMEIDA
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Krîza vîze ya navbera Tirkiye û Amerîkayê bazirganiya herdu welatan xiste talûkê. Li gorî pisporên ekonomiyê sala borî hecma bazirganiyê gihîştibû 18 milyar dolarî û ev reqem niha di talûkê de ye.

    Amerîkayê li hemberî Tirkiyeyê qedexeya vîzeyê da destpêkirin û bi heman şêweyî Tirkiyeyê jî bersiva wê da. Krîza vîze ya navbera herdu welatan têkiliyên ekonomîk anîn rojevê. Di salên dawî de Amerîka ji bo Tirkiyeyê bûye bazareke girîng. Tirkiye di sala 2016an de 6.62 milyar dolar mal îxracî Amerîkayê kir û di rêza îxracê de kete rêza 5emîn.

    Li gorî daneyên Wezareta Ekonomiyê, di 8 mehên sala 2017an de îxracata Amerîkayê zêde bû. Di vab 8 mehên dawî de îxracata Amerîkayê ji sedÎ 33.87 zêde bû û gihÎşte 5.78 milyar dolarî. Li gorî nûnerên karsazan eger di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pirsgirêk dernekeve hetanî dawiya salê hecma bazirganiyê wê ji 19 milyar dolarî derbas bibe.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka ji bo Kurdistanê Iraq û Tirkiye hişyar kir
    Perinçek: Tirkiye korîdora PKKê ku Amerîka û Îsraîl piştgiriya wê dikir şikand
    ‘Tirkiye û Amerîka li dijî beşdarbûna me di operasyona Teleferê de derketin’
    Amerîka ji ber bernameya nukleerî ya Îranê sepandin danî ser Tirkiye û Çînê
    Guardian: Nêzîkatiya kurd û Amerîka Tirkiye ditirsîne
    Etîketan:
    Krîza vîze ya navbera Tirkiye û Amerîkayê, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de