12:58 17 Kanûn 2017
Zindî
    John Bass

    John Bass: Me biryara vîzayê bi zehmetî wergirt

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê John Bass, derbarê rawestandina serlêdanên vîzayê ji bo hemwelatiyên Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

    Bass di daxuyaniya xwe de, girtina karmendên balyozxaneya Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve bi bîr xist û da xuyakirin ku ew neçar mane ji bo ewlekariya karmendên xwe biryareke wisa bistînin.

    John Bass li ser berdewama maweya sekinandina vîzayan got, "Ev ne biryareke me bi hêsanî wergirtiye ye, me bi xemgîneyeke mezin ev biryar standiye. Em hay jê hene ku dê sekinandina wîzayan nerehetiyê bide mirovan. Em hêvî dikin zêde dom neke, lê em jî çaverê nakin kengî bidawî dibe. Dê aqûbeta karmendên me û geşedanên di encama hevdîtinên hikûmetên her du welatan de û sozên ku Tirkiye li ser karmendên me bide, vê demê diyar bike."

    Balyozê Amerîkî diyar kir ku ev qedexe ne ji bo hemwelatiyên Tirkiyê ye, yên ku vîzaya wan hebe dikarin li konsulxaneyeke Amerîkî ya derveyî Tirkiyê serlêdanên xwe bikin.

    'EM XWE NAGIHÎNIN PARÊZERAN'

    Bass bi bîr xist ku îsal cara duyemîn karmendên misyona wan a dîplomatîk ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve hatine girtin û ew hem sedema wê bi zelalî nizanin hem jî nikarin xwe baş bigihînin parêzer jî.

    'AGAHÎ Û ÎDIAYÊN SER KARMENDÊ ME DI MEDYAYÊ DE WEŞANDIN'

    Bass destnîşan kir, digel wan nekariya xwe bigihînin agahî û îdiayên li ser karmendê xwe jî di medyayê de ji aliyê rayedarên tirk ve agahî hatine wergirtin û di rojnameyan de hatine belavkirin.

    Balyozê Amerîkî ji Tirkiyê daxwaz kir ku li gor serweriya hiqûqê tevbigerin û hêviya proseya mafê darazê ya mafê parastinê li gor hiqûqê be kir.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Divê Amerîka ji şer re amade be
    Ji Bexdayê daxuyanîya sîstema Konfederaliya Iraq û Kurdistanê
    Helmat Xerîb: Bexda ji biryaran venegere, di 6-7 mehan de serxwebûn tê ragihandin
    Lavrov û Tillerson axivîn: Divê nelihevî tenê bi rêyên dîplomatîk bên çareserkirin
    Hevşaredarên DBPê hatin berdan
    Ebadî şîn ragihand û beşdarî ti merasîmeke Mam Celal nebû
    ‘Hilbijartinên Herêma Kurdistanê nayên paşxistin’
    Etîketan:
    Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de