22:02 11 Kanûn 2017
Zindî
    Pentagon (Wezareta Berevaniya Amerîkayê)

    Pentagon: Divê Amerîka ji şer re amade be

    © Sputnik/ David B. Gleason
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis diyar kir ku pêwîst e artêşa Amerîkayê ji bo çareseriya leşkerî ya kêşeya Koreya Bakur amade be.

    Mattis di civîna salane ya Artêşa Amerîkayê de, da xuyakirin ku rewşa heyî ya navnetewî aloz e û Koreya Bakur jî çalakiyên halantêdanê berdewam dike.

    James Mattis got, "Tişta ku pêwîst e artêşa Amerîkayê jê re amade be heye. Divê hûn ji îhtimala serlêdana leşkerî ya serokê xwe re amade bin."

    Mattis diyar kir ku niha Amerîka hewlên dîplomatîk didomîne, Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dorpêçên tund ên Koreya Bakur bi yekdengî pesend kiriye û got, "Civaka navdewletî gotina xwe kir. Ev tê wê maneyê ku divê artêşa Amerîkayê amade be. Ev niha erka we ye."

    Mattis di dawiyê da xuyakirin, "Dahatuyeke çawa li pêşiya me ye, ne ez ne jî hûn nikarin bibêjin."

     

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredarên DBPê hatin berdan
    Ebadî şîn ragihand û beşdarî ti merasîmeke Mam Celal nebû
    ‘Hilbijartinên Herêma Kurdistanê nayên paşxistin’
    Ji Malikî şertê dîyalogê: Referandûmê hilweşînin û werin
    Erdogan: Em tevîkirina neqanûnî ya Kirimê nas nakin
    ‘Diyaloga bi Ocalan re dê Tirkiyê rehet bike'
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de