19:41 22 Hezîran 2018
Leşkerên Amerîkayê

5 leşkerên hêza taybet a Amerîkayê ketin kemînê: 3 kuştî û 2 birîndar

© AFP 2018 / Romeo Gacad
Amerîka
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku li Nîjeryayê 5 leşkerên hêza taybet a Amerîkayê ketin kemînê, 3 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Fermandariya Amerîka ya li Efrîqayê (AFRICOM) di daxuyaniya xwe de ragihand ku li rojhilatê başûrê Nîjerê konvoya leşkerî ya Amerîkayê rastî êrişa çekdarî hat.

AFRICOMê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Konvoya leşkerî ya hevpar a Nîjer û Amerîkayê li rojhilatê başûrê Nîjerê rastî êrişa çekdarî hat. Em bûyerê vedikolînin û dema agahiyên berfireh hatin bidestxistin em ê agahiyan bi raya giştî re parve bikin."

Berpirsekî Wezareta Parastin a Amerîkayê jî di daxuyaniya xwe ya rojnameya New York Timesê de got: "Di êrişa çekdarî de 3 leşkerên hêza taybet a Amerîkayê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn."

Di daxuyaniyê de nehat ragihandin ku kîjan rêxistinê ev êrişa çekdarî pêk aniye.

Bi heman mijarî:

Li Nîjeryayê 7 êrişên xwekujî: Bi dehan mirî û birîndar
Nîjeryayê dest danî ser keştiya ku ji Tirkiyeyê bi rê ketibû
Li Nîjeryayê êrişa mizgeftê: 20 kuştî
Li Nîjeryayê ji ber menenjitê 745 kesan jiyana xwe ji dest da
Kuçikek li Nîjeryayê pêşî li êrişa xwekujiyê girt
Etîketan:
Leşkerên Amerîkayê li Nîjerê rastî êrişa çekdarî hatin, Fermandariya Amerîka ya li Efrîqayê (AFRICOM), Nîjer, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de