18:29 25 Hezîran 2018
Heather Nauert

Bersivên Amerîkayê li ser rewşa piştî referandûma Kurdistanê

© AP Photo / Alex Brandon
Amerîka
Lînkê kurt
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve Heather Nauertê di konferanseke çapemeniyê de li ser pirsa bê dê serxwebûna Kurdistanê binasin yan na, got," ev dê rewşeke ferezî be...têkiliyên me bi kurdan re baş in û dê neguherin".

Li ser pirsyara ku "kurd difikirin Amerîka li himberî mueydeyên li ser Herêma Kurdistanê bêdeng e", Nauertê destnîşan kir ku ne bêdeng in û dubare kir ku ji serî de li dijî referandûmê bûn ji ber "dê bêistiqrariyê bîne" û wiha pê de çû: "Em ji raportên medyayê dibînin, mixabin, wiha tên belavkirin. Em dixwazin Kurdistan, em dixwazin kurd, em dixwazin hikûmeta navendî ya Iraqê bala xwe bidin şerê li dijî DAIŞê. Tirsa me ew e ku ev balê ji ser şerê li dijî DAIŞê bikişîne."

"AMERÎKA:AMADE NE NAVBEYNKARIYA BEXDA Û HEWLÊRÊ BIKIN

Ji aliyê din ve, pirsek ji berdevkê hat kirin bê gelo Amerîkayê beşdarî ti diyalogeke navbera Hewlêr û Bexdayê dibe yan na, Berdevka Wezareta Derve destnîşan kir ku di van çend rojên dawî de bi herdû aliyan re gelekî axivîne û wiha got:

"DYA amade ye bnavbeynkariyê di navbera herdû aliyan de bike lê divê zelal bikim, eger ji me were xwestin".

"KONUSLXANEYA ME YA LI HEWLÊRÊ DÊ VEKIRÎ BIMÎNE"

Berdevka Wezareta Derve Heather Nauertê li ser daxwaza Bexdayê ku konsulxaneyên li Hewlêrê werin girtin, wiha got: "Konsulxaneya me li Hewlêrê dê vekirî bimîne."

"REWŞEK FEREZÎ YE"

Herwiha li ser pirsyareke bê gelo dê serxwebûna Kurdistanê binasin yan na, berdevkê wiha got, "ev dê rewşeke ferezî be" û wiha pê de çû: "Têkiliya me bi kurdan re, di nerîna me de dê neyê guhertin."

Nauertê li ser gefên Iraq, Tirkiye û Îranê û ambargoya li ser xelkê Kurdistanê û egera êrîşeke hevbeş a hersê welatan bo ser deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê, wiha bersiv da: “Amerîka dixwaze dengê wê bi bihêzî were bihîstin, ku em dijî tundûtûjiyê ne.”

HAYA ME JI GIRTINA TELEVZYONÊN HERÊMA KURDISTANÊ TINE"

Ji aliyê din ve, Nauertê destnîşan kir ku haya wan ji haya wan derxistina kanalên Kurdistanê tine ye.

 

 

Mijar:
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)

Bi heman mijarî:

Aldar Xelîl: Herêma Kurdistan û Rojava dikarin sîstema konfederal ava bikin
Cihûyên Kurdistan û Îsraîlê: Îsraîl bi xurtî piştgiriyê dide Serxwebûna Kurdistanê
'Kurdistan ji bo pêşi girtina Îranê dikare bibe heremek tampon'
Berpirsa Ofîsa Koçberan a NYyê: Kurdistan baştirîn cih e ji bo koçberan
Barzanî: Sozdan lê Kurdistan kirin 4 parçe
Li parlametoya Tirkiyeyê êdî ji peyva ‘Kurdistan' re cezayê pere tê birîn
Etîketan:
Heather Nauert, Iraq, Amerîka, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de