17:56 13 Kanûn 2017
Zindî
    Referanduma serxwebûnê

    Temamê şingaliyan beşdarî referanduma serxwebûna Kurdistanê bûn

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 01

    Temamê niştecihên Şingalê beşdarî referanduma serxwebûna Kurdistanê kirin. Li gorî zanyariyan rêjeya şingaliyan di referandumê de ji sedî 92 bûye.

    Wekî tê zanîn duhî li seranserê Herêma Kurdistan û deverên derveyê îdareya Kurdistanê referanduma serxwebûnê hat lidarxistin. Yek ji wan bajarên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ku referandom lê hat kirin, Şingal bû. Li gorî daneyên nefermî ji sedî 92 şingaliyan beşdarî dengdayîna referandumê bûn.

    Berpirsê Komîsyona Hilbijartin û Referandumê li Şingalê, Bedran Xelef Derwêş ji bo rêjeya beşdariya niştecihên Şingalê got: 16 hezar û 647 kesên ku ji ber şerê DAIŞê koçber bibûn, vegeriyane bajarê Şingalê. Ji wê hejmarê 15 hezar û 353 kesan deng dane serxwebûna Kurdistanê, ew jî dike %92.

    Bedran Xelef Derwêş di berdewamiya axaftina xwe de got: Belê ev encamên ne fermî ne û dê di nav çend rojên bê de encamên fermî bên ragihandin."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Rûhanî: Referandum wê kaosê bi xwe re bîne
    Parlamentoyê qanûna referandum a serxwebûnê qebûl kir
    McGurk: Li gorî me referandum ne fikreke baş e
    ‘Referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Etîketan:
    Temamê Şingaliyan beşdarî referandumê bûn, Bedran Xelef Derwêş, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de