21:02 26 Îlon 2017
Zindî
    DYA Amerîka Washington Qesra Spî

    Yekemîn car e ku Amerîka derheqê referanduma serxwebûnê de daxuyaniyeke wiha dide

    © Sputnik/ Vladimir Federenko
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 160 0 0

    Qesra Spî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ti niyeta Amerîkayê tuneye ku piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê bike.

    Berpirsa Ofîsa Çapemenî ya Qesra Spî Sarah Sanders derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de daxuyanyeke nivîskî weşand û got: "Me hertim ji serkirdeyên kurd re gotiye ku referanduma serxwebûnê dê bandorê li tekoşîna dijî DAIŞê bike."

    Sarah Sanders di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Ji ber wê em daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê dikin ku referandumê betalbike û dest bi diyalogeke cidî li gel Bexdayê bike ku Amerîkayê çendîn car amaje pê kiriye û amadeye di vî warî de piştgiriyê bike."

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî duhî li Amêdiyê di karnavala piştgiriya referanduma serxwebûnê de gotibû ‘Bedêla referandumê tuneye û em referandumê bi paş naxin.'

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji bo NY û Amerîka garantî neda, me referanduma serxwebûnê bi paş nexist'
    Walîtiya Enqereyê konferansa piştgiriya referanduma serxwebûnê qedexe kir
    ‘Fransa ne li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê ye'
    Wezareta Derve ya Tirkiyeyê: Wê bedela îsrara referanduma serxwebûnê hebe
    Gutteres ji bo referanduma Kurdistanê got: Herkes dikare qedera xwe tayîn bike
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Berpirsa Ofîsa Çapemenî ya Qesra Spî, Sarah Sanders, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de