20:53 18 Mijdar 2017
Zindî
    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert

    Wezareta Derve ya DYAyê: Haya me ji alternatîva McGurkî tine

    © AP Photo/ Alex Brandon
    Amerîka
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 85 0 0

    Berdevka Wezareta Devre ya DYAyê Heather Nauertê duh got, haya min ji wê alternatîva referandûma Kurdistanê tine ku ji aliyê welatê wê, Brîtanya û Neteweyên Yekbûyî bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşkêş kiriye.

    Nauertê li ser pirsyara peyamnêrekî bê gelo alternatîva wan bo herêma Kurdistanê pêşkêş kiriye çi ye, wiha got: Haya min jê tine. Ez wiha bawer dikim ku Brett McGurk hîn li wê derê, li herêmê ye. Haya min ji civîna wê pêk aniye tine û bê wan axiftina çi encama dane."

    Herwiha berdevka DYAyê teqez kir ku niha piştgiriya referandûma serxwebûnê bo herêma Kurdistanê nakin û sedema wê wek şerê li dijî DAIŞê destnîşan kir.

    McGurk duh 14ê Îlonê bi mebesta mijara referandûmê û danûnstandinên Bexda û Hewlêrê, digel Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubîs, Konsulê Amerîkayê yê li Bexdayê Douglas Silliman û Konsûlê Brîtanyayê li Bexdayê Frank Baker bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiyabû.

    Piştî wê civînê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku dewletên mezin alternatîveke referandûmê bo wan pêşkêş kiriye û diyar kiribû ku dê serkirdeyên Kurdistanî re gotûbêj bikin û dê bersivê bidin.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Baydemir di derbarê referandûmê de axivî: Referandûm ne li dijî gelan e
    "Polîtîkayên Tirkiyeyê dê diyar bike bê referandûm bo kurdên Tirkiyeyê bibe mînak an na"
    KCK: Em li dijî referandûm û Kurdistana azad dernakevin
    Neteweyên Yekbûyî: Me negotiye referandûm neyasayî ye
    Pisporê Sîyasetê Vahab: Referandûm wê li Iraqê bibe sedema şerekî navxweyî
    Etîketan:
    Brett McGurk, Heather Nauert, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de