01:31 20 Îlon 2017
Zindî
    YPG - HSD - Çekên Amerîkî Li Sûriyê

    ‘Pentagon bi bihayê 2 milyar dolaran çekan ji hevpeymanên xwe yên Sûriyê re dişîne'

    © AP Photo/ APTV
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    Li gor rapora OCCRP ku spekulatorê navdar ê Amerîkî George Soros sponsoriya wê dike, Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji fondên dewletê 2 milyar dolar ji bo çekan ji muxalîfên Sûriyê re dabîn bike terxan kiriye.

    Di rapora rêxistinên OCCRP û BIRNê de tê gotin, Pentagonê pêşî ji bo dabînkirina çekên cureyên Yekîtiya Sovyetê bi welatên Balkan û Rojhilatê Ewropayê re pêwendî çêkirine, lê ji ber ku nekariye bi qasî têr bike çekan dabîn bike, berê xwe daye bazirganên çekan ên li welatên Kazaxistan, Gurcistan û Ukraynayê.

    Di raporê de tê destnîşankirin ku Pentagon li ser du kanalan çekan dikire yek jê SOCOM a Fermandariya Operasyonên Taybet e, ya din jî saziya Picatinny Arselan a li New Jerseyê ku navenda zanist, lêkolîn û hilberînê ye.

    Çekên ku bi rêya hewayî ji Ewropayê bi ser Tirkiye, Urdin û Qûweytê ve têne şandin jî piştre bi balafirên barhilgiriyê yên Amerîkî bo hevpeymanên Amerîkayê yên li bakur û başûrê Sûriyê têne şandin.

    Di raporê de hatiye gotin ku kirîna bi tomerî ya çekan li meha Îlona 2015an li heyama rêveberîya Barack Obama destpê kiriype.

    Tê çaverêkirin ku Amerîka bi giştî bi bihayê 2.2 milyar dolar çekan bigihîne hevpeymanên xwe yên li Sûriyê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Necmedîn Kerîm: Dê 25ê Îlonê xelk biçe ser sindoqan û bêje ‘Belê’
    Li Sêrtê zarokê ku xwest mar bikuje, 4 kes birîndar kirin
    Almanyayê 5 hezar penaxwazên Tirk red kir
    Kremlinê bersiv da îdîayên "xwîndariyê" yên Clintonê
    Baydemir di derbarê referandûmê de axivî: Referandûm ne li dijî gelan e
    Lîderê Milîşeyên Bedir: Pêşmerge ji bo fişarê li ereb û tirkmenan bike, diçe Kerkûkê
    Yekgirtû: Em dê beşdarî aktîvkirina parlementoyê bibin
    PDK: Qedera biryara parlementoya Iraqê dê wek biryara li dijî alaya li Kerkûkê be
    Etîketan:
    Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de