14:25 23 Mijdar 2017
Zindî
    S-400

    Amerîka endîşeyê xwe yên derbarê S-400î de ji Tirkiyeyê re ragihand

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Johnny Michael diyar kir ku Pentagonê endîşeyê xwe yên di derbarê peymana pergala parastina moşeka S-400î ku bi Rûsyayê re hat morkirin bo rayedarên tirk re ragihandine.

    Michael, piştî daxuyaniya ku Moskow û Enqere li ser S-400î peyman morkirine ji Sputnikê re axivî û got: "Me endîşeyê xwe yên di derbarê kirîna S-400î de ji rayederan tirk re ragihand. Bijarteya herî baş ji bo parastina gefên li herêmê ya Tirkiyeyê, pergala parastina moşekên ku bi pergala NATOyê re dixebite ye."

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Edogan di derbarê mijarê de eşkere kiribû ku ji bo kirîna pergala S-400î peyman hatiye morkirin. Wekê ku ez dizanim kaparo jî hatiye dayîn.

    Şêwirmendê berpirsê Hevkariya Teknîkî û Leşkerî yê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Vladimîr Kojîn jî destnîşan kir ku peymana S-400î bi Tirkiyeyê re morkirine û peyman ketiye meriyete.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Ji bo moşekên S-400î me îmze avêt û em bi biryar in
    Kalin: Standina moşekên S-400î nêzî encambûnê ye
    NATOyê di derbarê standina S-400î ya Tirkiyeyê de daxuyanî da
    Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê bersiva S-400î da Amerîkayê
    'Standina S-400î ya Tirkiye, tê wateya têkçûna Amerîkayê li hemberî Rûsyayê'
    Etîketan:
    s-400, endîşe, Sputnik, Vladimîr Pûtîn, Johnny Michael, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de