00:04 18 Mijdar 2017
Zindî
    Bager - Amerîka

    Zirarê du rojan gihîşte 290 milyar dolarî

    © AFP 2017/ Martin BUREAU
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Di nava du rojan de zirarê bagera Irmayê li ser Amerîkayê gihîşte 290 milyar dolarî. Heta niha li eyaleta Floridayê 4 kesî jiyana xwe ji dest daye û bager ber bi bakurê rojava ve diçe.

    Piştî ku hefteyên borî Bagera Harveyê eyaleta Teksasê wêran kir niha jî Bagera Irmayê li Amerîkayê da. Irmayê heta niha 290 milyar dolar zirar li Amerîkayê kir û ev jî ji sedî 1.5ê ekonomiya welat dike. Li eyaletê zêdetirî 6 milyon mal bê elektrîk man û bûyerên talanî dest pê kirin. Dîmênên hinek kesên ku amûrên elektronîk talan dikirin li ser medya civakî hatin parvekirin.

    Bagera Irmayê şeva yekşemê bil eza 210 kîlometro li Floridayê xist û li bakurê eyaletê derdora 3 milyon însan ber bi bajarê Tampayê ve diçin. Li gorî daxuyaniya Navenda Bager a Neteweyî ya Amerîkayê, dijwariya bagerê kêm bûye lê hê jî bi talûke ye.

    Li Floridayê ji bo talanê bergiriyên ewlehî hatin girtin û qedexeya derketina derve hat ragihandin, lê di gel wê jî pêşî li bûyerên talanê nehat girtin. Wêneyên hinek kesên ku tevlî talanê bibûn li ser medya civakî hatin parvekirin. Polîsan li Miamiyê 13 talanker binçav kirin.

    Bi heman mijarî:

    Bahoza Irmayê gihîşt Floridayê
    Bahoza Irmayê li bihayê petrolê xist
    Dibe bahoza Irmayê bandorê li 37 milyon kesan bike
    Li Çînê bager: Herî kêm 98 mirî 800 birîndar
    "Bager"-Alêksandr Pûşkîn
    Etîketan:
    Bagera Irmayê, Florîda, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de