06:50 20 Mijdar 2017
Zindî
    Amerîka Bombeya Nukleerî

    Politico: Amerîka plana çêkirina cureyeke nû ya bombeya nukleerî dike

    © AFP 2017/ BRENDAN SMIALOWSKI
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump plan dike bi navê ‘bombeya piçûk’ çekeke nû ya nukleerî bide pêşxistin.

    Berdevkê şanda muxalîfên Sûriyê Yehya el Aridî
    © AFP 2017/ Kirill KUDRYAVTSEV
    Li gor nûçeya kovara Politico ku dispêre çavkaniyên navê wan nehatiye eşkerekirin, dê çekên cureyên nû yên nukleerî derfetên stratejîk ên zêdetir bidin leşkerên Amerîkî ji ber ku destûra navnetewî bo bikaranîna çekên sivik ên nukleerî hêsantir dibe.

    Li gor îdiayê mebesta çekên nifşa nû ew e ku di serî de rawestandina dijminên muhtemel Rûsya û Koreya Bakur e.

    Rayedarekî Amerîkî yê ku li Politicoyê re axiviye, dibêje, ji ber ku dijminên muhtemel hêza xwe ya çekên nukleerî bipêş dixin, Washington di vê pêngava xwe de mafdar e.

    Li gor pisporên nêrîna xwe eşkere kirine, pêşxistina van çekan herwiha tê maneya ku Amerîka polîtîkayên heyama serokê berê Barack Obama berdide.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Muxalifên çekdar beşdarî Astana-6ê dibin
    Koreya Başûr name ji Herêma Kurdistanê re şand
    Li Sêrtê 30 kes ji gaza kîmyewî jehrî bûn: Gund hat valakirin
    Nivîskarê Rûsî Gogol bû ‘dedektîfekî seksî’!
    Îranê bersiv da banga Barzanî: Em naxwazin rewş aloztir bibe
    Pêşkeşvan heyirî ma li kîjan kamerayê binêre
    Li Brîtanyayê xwenîşandan li dijî firotina çekan bo Tirkiyeyê hat lidarxistin
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de