20:52 21 Îlon 2017
Zindî
    DYA Amerîka Washington Qesra Spî

    "DYAyê roniya kesk ji serxwebûna Kurdistanê re vêxistiye"

    © Sputnik/ Vladimir Federenko
    Amerîka
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (262)
    0 12110

    Rojnameya erebî Eşerq El Ewsetê ragihand ku birêveberiya DYAyê roniya kesk ji referandûma serxwebûna Kurdistanê û serxwebûna wê re jî vêxistiye û dê roleke taybet bide kurdan li Rojhilata Navîn.

    Li gel ku helwesta Serokê DYAyê Donald Trump teqeziyê li ser yekîtiya axa Iraqê dike jî, lê gotin û daxuyaniyên şêwirmendên Qesra Spî bi awayekî zelal destnîşan dikin ku Washington dê li dijî encamên referandûmê dernkeve û heta li gel daxwazên berdewamkirina diyalogê di navbera Bexda û Hewlêr de jî dê encamên referandûmê qebûl bike.

    "NIYETA DYAYÊ HEYE ROLEKE TAYBET BIDE KURDAN"

    Li gorî nivîseke rojnameya Eşerq El Ewsetê, birêveberiya Trumpî ji ser de ragihandiye ku " rêzê li gelê Kurdistanê û têkoşîna wî ji bo serxwebûnê re digire" û spasiya hêzên pêşmerge kiriye ji bo şerê wan li dijî DAIŞê.

    Herwiha li ser zimanê endamê Lijneya Trump a Şêwirmendiyê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Sam Yonoyî diyar kiriye ku lihevkirinek di navera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de çêbibe, birêveberiya amerîkî dê li dijî serxwebûna kurdan dernekeve û niyeta birêveberiyê heye ku roleke taybet bide kurdan li herêmê.

    "DYA PAŞÊ DÊ NAVBEYENKARIYA SERXWEBÛNÊ BIKE"

    Li gorî nivîsê, Birêveberiya Trump gelek caran ragihandiye ku dê rola Kurdistanê li Rojhilata Navîn gotûbêj bike lê ticarî encamên van gotûbêjan ranegihandiye daku hevbendên xwe yên herêmî  li Tirkiye û Iraqê tore neke.

    Ev jî li gorî gelek analîstan tê wê wateyê ku birêveberiya Trump roniya kesk ji bo referandûm û serxwebûnê ji kurdan re vêxistiye û dûre dê tev li pêvajoyê bibe, ne ji bo rawestandina serxwebûnê lê ji bo navbeynkariyê di navbera Hewlêr û bexdayê de bike di meseleyên asêmayî de wek meseleya bajarê Kerkûkê de.

    "DYA BI ŞERT DÊ ENCAMÊN REFERANÛM QEBÛL BIKE"

    Ji aliyê din ve, di nivîsê de tê gotin ku hinek îşaret hene diyar dikin, kurdan û Washingtonê bi awayekî zimnî li hev kiriye ku Amerîka dewletên cîhanê rêzê li encamên referandûmê bigire lê bi şertê ku dema ragihandina serxwebûnê bi paş de bixe.

    Li gorî wê nivîsê, Hewlêr û Washingtonê bi awayekî nepen li hev kiriye lewra nakokî di daxuyaniyên rayedar û saziyên amerîkî de zêde bûye.

    "WASHINTONÊ BEATLKIRINA REFERANDÛMÊ NEXWESTIYE"

    Di berdewamiya nivîsê de gotinên telefona navbera Wezîrê Derve yê DYAyê Rex Tillerson û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat bibîrxistin û hat gotin ku Washingtonê nexwestiye ku referandûm bê betalkirin lê tenê xwestiye ku were bipaşxistin.

    Ji aliyê din ve, hat destnîşankirin ku saziyên amerîkî hemû di mijara serxwebûna Kurdistanê de wek hev nafikirin ku Qesra Spî dilxwaza armancên kurdan e lê Wezareta Derve berovajî difikire.

     

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (262)

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge: Em ji bo operasyona Hewîceyê nehatine agahdarkirin
    PDK û YNK dîroka çalak kirina parlamentoyê diyar kirin
    Bahoza Irmayê gihîşt Floridayê
    YPGê taxek din ê Reqayê kontrolkirin
    Ji Serokê Kurdistanê peyamek girîng: Piştî du hefteyên din em ê dîrokeke nû binivîsin
    Li navenda bajêr pevçûnên dijwar: 25 kuştî
    Ji Kiliçdaroglu bo tifaqa bi HDPê re daxuyaniyek girîng
    Etîketan:
    Donad Trump, Mesûd barzanî, rex tillerson, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de