23:48 13 Kanûn 2017
Zindî
    Irma kasırgası 37 milyon kişiyi etkileyebilir

    Bahoza Irmayê gihîşt Floridayê

    © REUTERS/ Alvin Baez
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bahoza Irmayê ku di kategoriya 5an de pêşve diçe, gihîşt Eyaleta Floridayê ya Amerîkayê. Li Eyaleyê biryara tehliye kirine 6 milyon û 600 hezar kesî hat dayîn.

    Bahoza ku li Karayibê jiyan tarumar kir, bandora xwe li Floridayê jî da nişandan. Hate ragihandin ku bahoza di asta 4mîn de dewam dikir, derxistine kategoriya 5an.

    ​Li Floridayê, biryara tehliyekirina 5.6 milyon kesên ji herêma hat dayîn.

    ​Hate diyarkirin ku ev, yek ji tehliye kirina di dîroka Amerîkayê de ya herî mezin e.

    ​Ji aliyê din ve şirketa ku xizmeta ceyrana Floridayê dike eşkere kir ku dibe nêzî 3.4 milyon kes ji ber texrîbata bahoza Irmayê dê bê ceyran bimînin.

    ​Tehliye kirina ji Eyaletê dewam dike û ji ber vê yekê jî li rêyan trafik çêbûne. Hat ragihandin ku ji ber trafîkê tehliye kirina ji hermê dibe demek dirêj dewam bike.

    ​Waliyê Floridayê Rick Scoot da zanîn ku kesên biryara tehliye kirina wan hatiye dayîn, divê bi lezgînî malên xwe biterikînin.

    Bi heman mijarî:

    Li Moskowê bahoz: 11 kes canê xwe ji dest dan
    Bahoz Erdalê ku kuştina wî hatibû ragihandin di TVyê de axivî
    Bahoz: Ji 300an zêdetir kes jiyana xwe ji dest dan
    Li Meksîkayê bahoz: 40 kesî jiyana xwe ji dest da
    Demirtaş: Bi kuştina hezar Bahoz Erdalan pirsgirêka kurd çareser nabe
    Etîketan:
    bahoz, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de