12:32 27 Gulan 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Nivîsgeha Koşka Spî

Trump ambargoya ser Kubayê saleke din dirêj kir

© AP Photo / Andrew Harnik
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trump dorpêça aborî ya ser Kubayê bo salekê dirêj kir.

Balafirên şer ên Tirkiyê / êrîşa asmanî
© AP Photo / U.S. Air Force via AP
Trump di memorandûma ku îmze kiriye de dibêje, "Min biryar da ku dirêjkirina kiryara li dijî Kubayê, di berjewendiya netewî ya Amerîkayê de ye."

Di nivîsa dirêjkirina ambargoyê de dawîbûna maweya dorpêçên berê li 14ê Îlona 2017an tê bibîrxistin û tê gotin, "Ambargoyê saleke din heta 14ê Îlona 2018an dirêj dikim."

Hêjayî gotinê ye, Amerîka û Kubayê di sala 2014an de ragihandibûn ku ew ji bo başkirina pêwendiyên her du welatan xebatan didin destpêkirin û piştre jî li sala 2015an digel pêwendiyên dîplomatîk çend peyman jî hatibûn îmzekirin.

Serokê Amerîkayê yê beriya Trump, Barack Obama cara ewil piştî 90 salan li 2016an serdana Kubayê kiribû.

 

 

Bi heman mijarî:

Barzanî: Berî referandûmê em bi Bexdayê re muzakereyan nakin
Dildarên Hêskîfê li Stenbolê tên ba hev
Balafirên Koalîsyonê Hewîce bombardiman kir
Hikûmeta Sûriyê bersiv da Neteweyên Yekbûyî
Wê balafir êdî şipiya jî rêwîyan siwar bikin
PSK û HAK-PAR ji bo referandûmê çavderan dişînin
Îtiraz li tehlîyekirina Ayhan Bîlgen hat kirin
Etîketan:
Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de