15:28 23 Hezîran 2018
Ebû Bekir Bexdadî

‘Kî di derbarê Bexdadî de agahiyan bide me em ê pere bidin

© AP Photo
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Ryan Dillon ragihand ku ew mijara veguhestina milîtanên DAIŞê ji sînorê Libnanê ber bi sînorê Iraqê ve dişopînin û rê nadin DAIŞ careke din bibe gef li ser serê Iraqê.

Ryan Dillon ji televîzyona Rûdawê re axivî û got: "Em ti caran rêkeftina li gel DAIŞê ya ji bo veguhestina milîtanan rast nabînin. Em çavderiya vê rewşê dikin."

Dillon tekez kir ku êrîşên wan ên esmanî ji bo wê armancê ne, ku milîtanên DAIŞê ji sînorên Iraqê dûr bixin û wiha pê de çû: "Bombebarana balafirên Hevpeymaniya Navdewletî, ji bo têkbirina veguhestina milîtanên DAIŞê ye li Dêra Zorê. Lewma em rê nadin terorîstên DAIŞê bigihne sînorê Iraqê."

Ryan Dillon destnîşan kir ku operasyona Reqayê bêyî navber berdewam dike û heta niha ji sedî 60 bajêr ketiye destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk.

Dillon di derbarê Serokê DAIŞê Ebû Bekir el Bexdadî de jî axivî û eşkere kir ku amadene pere bidin kesên ku di derbarê Bexdadî de agahiyan bidin wan.

Bi heman mijarî:

Herêma Kurdistan: Serokê DAIŞê Bexdadî sax e
DYA: Delîlên me yên ser kuştina Bexdadî tune ne
Pentagonê kuştina Bexdadî piştrast nekir
‘Kuştina Bexdadî dê bandorê li ser aborîya DAIŞê bike’
Milîtanên DAIŞê kuştina Bexdadî serrast kirin
Etîketan:
DAIŞ, Ebûbekir El baxdadî, Rûdaw, Ryan Dillon
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de