07:37 20 Nîsan 2018
    Artêşa Libnanê

    ‘Amerîka Libnan tehdit kir'

    © REUTERS / Ali Hashisho
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah di axaftina xwe de got: "Amerîkayê dibêje heke hûn li hemberî DAIŞê operasyonê bidin destpêkirin em ê alîkariyên leşkerî yên Libnanê bidin rawestandin."

    Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah di axaftina xwe ya televîzyonê de got: "Amerîkayê dibêje heke hûn li hemberî DAIŞê operasyonê bidin destpêkirin em ê alîkariyên leşkerî yên Libnanê bidin rawestandin. Lê dema îsrara artêşê û Serokomarê Libnanê Mîşel Avn dît vê carê jî xwest operasyon were paşxistin."

    Hesen Nasrallah di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji ber problemên siyasî dewlet û artêş di operasyona li hemberî DAIŞê de helwesteke hevpar nîşan neda, lê digel vê jî Artêşa Libnanê û hêzên din di operasyona DAIŞê de serkeftinên mezin bi dest xistin."

    Artêşa Libnan û rêxistina Hizbullahê di 19ê Tebaxê de li rojhilatê welat li hemberî DAIŞê operasyon dabû destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rêxistinê bi moşekên Grad êrişî artêşa Libnanê kir
    Artêşa Sûriyeyê li sînorê Libnanê qadeke 113 kîlometroyî kontrol kir
    ‘Amerîkayê îstîxbarat da Tirkiyeyê, DAIŞ di cejnê de wê êriş bike'
    DAIŞ çekên giran dişîne herêma Deyr ez-Zorê
    ‘DAIŞ li Çiyayê Hemrîn amadehiya şerê gerîlayî dike'
    Etîketan:
    Rêxistina Hizbulaha Libnanê, Artêşa Libnanê, Hesen Nasrallah, Libnan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de