22:49 26 Îlon 2017
Zindî
    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymanîya Navdewletî ya Şerê DAIŞê Brett McGurk

    McGurk: HSDê ji sedî 60ê Reqayê rizgar kir

    © AP Photo/ Carolyn Kaster
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 12540

    Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, Brett McGurk ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji sedî 60ê bajarê Reqayê ji destê DAIŞê rizgar kiriye.

    Li gor medya Amerîkî McGurk di bernameya televizyona CBS de ragihand, şerê dijwar li Reqayê berdewam dike û hêzên HSDê gav bi gav li nav bajêr pêşve diçin.

    McGurk li ser bertekên kuştina sivîlan di encama êrîşên asmanî de got: "Sîvîlên ku ji Reqayê direvin hemû tên deverên bin kontrola hevkarê me HSDê. Ew ji me re dibêjin, divê DAIŞ were derkirin da ku sîvîl rizgar bibin, jiber ku wan wek mertala zindî bi kar tînin."

    ‘ZIRARA HERÎ MEZIN DAIŞ DIDE SIVÎLAN'

    McGurk dîyar kir, nexweşxaneya zarokan ya Reqay ji hêla DAIŞ'ê ve wek navenda operasyonê tê bikaranîn û zirara herî mezin ji DAIŞê digihîje sîvîlan.

    Li gor daneyên Wezareta Derve ya Amerîkayê, li Iraqê ji sedî 78,li Sûriyê jî ji sedî 58ê deverên di bin kontrola DAIŞê de bûn, hatine rizgarkirin. Ji siyan yekê vê pêşketina li hemberî DAIŞê jî di nav şeş mehên dawî de çêbûye.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Du tesîsên dawî yên kîmyewî yên li Sûriyeyê hatin îmhakirin
    Li Iraqê di du gorên komî de termên 500 zindaniyan hatin dîtin
    25 hezar milîtanên li Sûriyê di bin sîwana Hayat Tahrîr el Şam de bûn yek
    ‘Sedî 35ê bajêr ji DAIŞê hat rizgarkirin û şer dijwartir bû'
    ‘Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq ji bo paşxistina referandûmê dixebitin'
    Leşkerên rûsî li Sûrîyeyê ragihandina nû ya nepenî ceribandin
    Etîketan:
    Iraq, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de