08:21 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Amerîka Îdam - înfaza cezayê îdamê

    Çermespiyek ji ber kuştina çermereşan bi derziya jehrîn tê îdamkirin

    © AP Photo/ Rick Bowmer
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Li eylateya Florîda ya Amerîkayê kesekî çermespî bi hinceta ku 40 sal berê 2 mirovên reşik kuştine, îşev bi derziya jehrîn tê îdamkirin.

    Hat ragihandin, di dîroka Florîdayê de cara yekem kesekî çermespî ji ber kuştina çermereşan tê îdamkirin ku ji sala 1976an ve bêhtirî 20 kesên reşik bi hinceta kuştina mirovên spî hatine dardekirin.

    Kesê bi navê Mark Asay, dê li gor dema Amerîkayê li demjimêr 18.00 bi dermanekî ku heta niha qet di sizayê îdamê de nehatiye bikaranîn, were înfazkirin.

    ​Parêzerên Asay diyar kiribûn ku di nav dermanê derziya îdamê de, madeyeke bi navê etomidate heye û ew jî bi mînakan nîşan dabûn ku dibe sedema êşê li ser bedena mirovan.

    Mehkûmê îdamê Mark Asayê ku tê îdiakirin Neo-Nazî ye, di sala 1987an de bi sedema kuştina 2 reşikan hatibû sizadan û li girtîgeha Railford a Eyaleta Floridayê li benda înfaza xwe bû.

     

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî banga rawestandina operasyona Reqayê kir
    ‘Referandûma Kurdistanê siyaseta Amerîkayê bo perçekirina herêmê ye'
    HSD: Li Reqayê mayin li rêyên revê yên sivîlan tên çandin
    "Gola Sor" a tûj û şor a li herêma Altay a Rûsyayê
    Nîjerya dixwaze di tekoşîna li dijî Boko Haramê de bi Rûsyayê re hevkarîyê bike
    Sedema qewirandina nûnerê YNKê ji Tirkiyeyê eşkere bû
    8 kolberên kurd bi guleyên leşkerên Îranê hatin kuştin
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de