14:56 18 Mijdar 2017
Zindî
    Donald Trump Twitter

    Ji bo ku Trump ji Twitterê derxe, kampanyaya kirîna Twitterê da destpêkirin

    © AP Photo/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Ajanê berê yê CIAyê Valerie Wilson ji bo hesabê twitterê yê Serokê Amerîkayê bê girtin, bi mebesta kirîna twitterê helmetek da destpêkirin.

    Wilson li ser malpera "www.gofundme.com" got, ‘werin em twitterê bikirin û hesabê Trump bigirin'  (Let's #BuyTwitter and #BanTrump) nivîsand.

    Wilson bi vê kampanyayê heta niha bêhtirî 10 hezar dolar pere berhev kirin, lê ji bo bikaribe di lijneya rêveberiya twitterê de bibe xwedî dengekî û bigihîje meqeseda xwe, pêwîst e bi qasî 1 milyar dolaran ji bo kirîna parên twitterê berhev bike.

    'TRUMP BI RÊYA TWITTERÊ ZIRARÊ DIDE WELAT'

    Wilson dibêje, ‘Donald Trump bi rêya twitterê tiştên gelekî xeter kirine, cesaretê dide nijadperestan, tundiya li dijî rojnamevanan teşwîq dike û ziyanê digihîne welatê Amerîkayê û dem hatiye dengê wî were birîn.'

    KOŞKA SPÎ DAXUYANÎ DA: HEWILDANEKE TEWŞ E

    Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders jî li ser vê helmeta ajanê berê yê CIAyê Valerie Wilson da xuyakirin ku ‘hewildaneke tewş e' û got, ‘Di vê çîrokê de tekane bêhurmetiya tê kirin, nefret, bêtehemulî û hewildana rêgiriya bikaranîna mafê qanûnî yê Trump e.'

     

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê PDKê li Misirê: Referandûma serxwebûnê nayê paşxistin
    ‘Plana me ya ku em leşker bişînîn Sûriyê nîne’
    Encûmena Referandûmê 7 xal ragihandin: Li Hewlêrê konferansek tê lidarxistin
    Li Cizîrê di nav wesayîtekê de cewrikê şêr hat desteserkirin
    ‘Dema hevpeymaniyê li sivîlên Reqayê xist, zarok li derve dilîstin’
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de