00:47 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Polîsê Amerîkayê

    Li ‘paytextê sûcî yê Amerîkayê' êrişên çekdarî: 8 kuştî û 54 birîndar

    © AP Photo/ LM Otero
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 3801

    Hat ragihandin ku li bajarê Chicago yê Amerîkayê di êrişên çekdarî yên dawiya hefteyê de 8 kes hatin kuştin û 54 kes jî birîndar bûn.

    Li bajarê Chicago yê Amerîkayê ku wekî ‘paytextê sûcî yê Amerîkayê' tê naskirin, di êrişên çekdarî yên dawiya hefteyê de 8 kes hatin kuştin û 54 kes jî birîndar bûn.

    Hêzên ewlehî yên Chicagoyê reqemên bûyerên kuştinî yên êrişên çekdarî ji roja înê hetanî roja yekşemê eşkere kirin. Li gorî daxuyaniya ofîsa polîsan piranî li taxên başûr yên Chicagoyê di bûyerên cuda de 8 kes bi êrişên çekdarî hatin kuştin û 54 kes jî birîndar bûn.

    Li bajarê Chicagoyê ji destpêka sala 2017an heta niha di êrişên çekdarî de 422 kes hatin kuştin û 2 hezar û 13 kes jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Qedexeya Trump a vîzeyan li Chicagoyê hat protestokirin
    Li Chicagoyê reş û jinan Trump protesto kirin
    Obama gotara xatirxwestinê li Chicagoyê pêşkeş dike
    Li Chicagoyê êrişên çekdarî: 9 kuştî
    Li Chicagoyê êrişên çekdarî: 9 kuştî 26 birîndar
    Etîketan:
    Hêzên Ewlehî yên Amerîkayê, Chicago, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de