02:03 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB)

    Amerîkayê li ser ketina NHByê daxuyanî da

    © AP Photo/ Eric Gay
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Hêzên Hewayî yên Artêşa Amerîkayê li ser ketina Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) li navçeya Ceyhan a Edeneyê daxuyanî da.

    Di daxuyaniya ku ji aliyê Fermandariya 39an a Hewayî ya Amerîkayê hatiye dayîn de, hat diyarkirin ku şeva borî li demjimêr 22.15an NHBya MQ-1 Predator a Amerîkî dema ji bargeha Încîrlikê rabûye, ketiye.

    Di daxuyaniya ser malpera fermî ya fermandariyê de hat eşkerekirin ku ti encama qezayê de ti kes birîndar nebûye û li ser sedema ketina NHByê lêkolîn têne kirin.

    Fermandarê Fermandariya 39an a Baskê Hewayî ya Amerîkayê Mîralay David Eaglin destnîşan kir, ji bo wan erka sereke ewlekariya sivîlan û bi ewlehî rakirina enqaza NHByê ye.

    Eaglin da xuyakirin, ew ji nêzîk ve digel rayedarên Tirk kar dikin û karmendên wan jî ji bo bûyerên wiha tim têne perwerdekirin.

    Bi heman mijarî:

    Xwestin êrîşî karkerên Kurd bikin, lê polîsan nehişt
    Rûsya wê helîkopterên Ka-32 îxracî Tirkiyeyê bike
    Washîngton Post: Dibe Tirkiye têkeve kaosê
    Milîtanan êrişî gundê Melhê kirin: Ji malbatekê 7 kes hatin kuştin
    Şêwirmendê Barzanî derheqê paşxistina referandumê de axivî
    Etîketan:
    Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de