18:20 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Washîngton Post: Dibe Tirkiye têkeve kaosê

    © AP Photo/ Christophe Gateau/dpa
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 18710

    Rojnameya Washîngton Posta amerîkî ku yek ji rojnameyên herî girîng e, roja çarşemê analîzeke pisporê Tirkiyeyê Nicholas Danforth weşand.

    Recep Tayyip Erdogan
    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Pisporê Tirkiyeyê Nicholas Danforth di maqaleya xwe ya Washîngton Postê de ragihand ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan her çiqas bi hêz xuya bike jî dibe Tirkiye têkeve dorpêça şidet û kaosê.

    Nicholas Danforth di berdewamiya analîza xwe de dibêje: "Li Tirkiyeyê demokrasi mir û Erdogan ji her demê zêdetir xwedî kontrol e. Dibe Tirkiye sala pêşiya me rastî şoken bêhisab were. Heke rewşa li welat ji kontrolê derkeve dibe têkeve dorpêça şidet û kaosê. Ji xwe piştî derbeya leşkerî artêş jî bêbawer û paranoid bû."

    Danforth di dirêjiya analîza xwe de got: "Li Tirkiyeyê saziyên fermî hilweşiyane. Senaryoya herî xirab ev e ku Erdogan hetanî noqteya dawî bidomîne."

    Bi heman mijarî:

    Washîngton Post: "Amerîka, planên êrişa hikumeta Sûriyeyê dike"
    Washîngton Post: Tirkiye di mijara milîtanên cîhadîst de dualî dilîze
    Sûriye: "Delîlên ku Enqere û Washîngton piştgiriya milîtanan dikin hene"
    Washîngton Times: "Dibe Trump bi Rûsyayê re li sûrî operasyonên hevpar pêk bîne"
    Washîngton: ‘Divê Erdogan rêzê li biryara dadgehê bigire'
    Etîketan:
    Washîngton Post, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Nicholas Danforth, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de