08:09 24 Îlon 2017
Zindî
    Amerîka û Çîn

    Stratejîstê Koşka Spî: Em û Çînê di nav şerekî aborî de ne

    © REUTERS/ Damir Sagolj
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Stratejîstê serekî yê Koşka Spî Steve Bannon, ragihand ku Amerîka û Çîn di nav şerekî aborî de ne.

    Bannon ji American Prospectê re axivî û got, "Em û Çînê di nav şerekî aborî de ne. Çînî ji ayankirina kirinên xwe şerm nakin. Di nav 25-30 salan de yek ji wan hêzan dê bibe hêza sereke. Heke Amerîka di vê rêyê de bi ser nekeve, dê Çîn bibe hêza yekemîn."

    Bannon destnîşan kir, ger Amerîka serketina xwe berdewam bike, dê heta 5-10 salan nikaribe rabe ser lingan.

    'ÇÎN DIKARE KOREYA BAKUR RAZÎ BIKE'

    Stratejîstê Amerîkî herwiha bal kişand ser ku ti çareseriyeke leşkerî ji bo krîza Koreya Bakur nîne û got, "Dibe ku Pekîn bikare bihêle Pyongyang peymaneke rawestandina bernameya nukleerî girê bide. Dê di rewşeke wiha de, Washington jî hêzên xwe yên leşkerî ji Nîvgirava Koreyê vekişîne. Lê belê ev di demeke nêzîk de nepêkan e."

     

    Bi heman mijarî:

    Termê muxtarê Kurd ê ku winda bû hat dîtin
    Şanda Referandûma Kurdistanê şert danî ber Bexdayê
    Bulgaristan 600 leşkerî dişîne sînorê Tirkiyeyê
    ‘Îranê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin'
    Artêşa Tirkiye û ASA herêma Şehba û Efrînê dide ber top û hawanan
    Li bajarê kurdan operasyona hicreya DAIŞê: 25 milîtan hatin girtin
    MHPê piştî deh salan li bajarê kurdan ofîsa xwe vekir
    Etîketan:
    çîn, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de