14:56 18 Mijdar 2017
Zindî
    Mike Pence

    Ji Amerîkayê bangewazî: Têkiliya xwe û Koreya Bakur bibirin

    © REUTERS/ David Swanson/The Philadelphia Inquirer
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence ragihand ku li dijî Koreya Bakur ‘hemû bijarte li ser masê ne’ û bangewazî li welatên Başûrê Amerîkayê kir ku têkiliyên xwe yên bi rêveberiya Pyongyang re qut bikin.

    Mike Pence di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtina digel Serokê Şiliyê Michelle Bachelet re de, got, "Pêwîst e rejîma Pyongyang têbigihe ku hemû bijarte li ser maseyê ne."

    Pence got, "Em hêvî dikin ku dê Şilî, Brezîlya, Meksîka û Perû jî li ser mijara qutkirina pêwendiyên bi Koreya Bakur re beşdarî me bibin" û diyar kir, berdêla dijderketina vîna civaka navdewletî heye û tenê bi vî awayî çareseriyeke aştiyane dikare pêk were.

    Wezîrê Amerîkî herwiha destnîşan kir ku ew dê qet destûrê nedin ‘Çekên nukleerî yên rejîma Koreya Bakur bigihin heta welatê wan'.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Li Bexdayê bi giştî ti kes ne li dijî mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd e’
    Lavrov: Em hêvîdarin Îran ji peymana nukleerî venekişe
    Pisporê Sîyasetê Vahab: Referandûm wê li Iraqê bibe sedema şerekî navxweyî
    Li Deyr ez Zorê milîtanên DAIŞê yên ji 3 welatan hatin kuştin
    Li Bexdayê ji bo Şîfa Gerdî merasîmeke xelatdayînê hat sazkirin
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de