23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Donald Trump

    Serokê Amerîkayê: Ev kirêt e û dê hisab were pirsîn

    © AFP 2017/ MANDEL NGAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber bûyerên nijadperestî yên li Virginia Charlottesville, rastgirên tund û neo nazî şermezar kir û ragihand ku dê hisab ji tawanbaran were pirsîn.

    Serokê Amerîkayê Trump betlaneya xwe ya New Jerseyê zû bi dawî anî û vegeriya Washingtonê. Trump li Koşka Spî daxuyaniyek da û li ser bûyerên nijadperestî yên li Viginia Charlottesville axivî û rastgirên tund û naziyên neo şermezar kirin.

    Di dawiya heftê de ji ber ku Trump komên nijadperest şermezar nekiribû, ji aliyê gelek kesan ve hatibû rexnekirin. Trump komên Ku Kluk Klan, neo nazî û herwiha komên ku serdestiya spiyan îdia dikin û nefretê belav dikin, weke "kirêt" bi nav kir.

    Herwiha Donald Trump tund axivî û di axaftina xwe de destnîşan kir ku dê ji tawanbaran hisab were pirsîn.

    Bi heman mijarî:

    Donald Trump banga "dudo ji sedî" li NATOyê kir
    Şerê Donald Trump û çapameniyê dewam dike
    Donald Trump pesnê kabîneya xwe da
    Donald Trump: Divê Amerîka kapasîteya xwe ya nukleerî zêdetir bike
    Donald Trump bû Serokê Amerîka yê 45emîn
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Viginia Charlottesville, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de