07:32 21 Tebax 2017
Zindî
    Pyotr Poroşenko Donald Trump

    Amerîkayê dest bi avakirina navenda fermandariya binkeya leşkerî kir

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Hat ragihandin ku pisporên leşkerî yên Amerîkayê li binkeya deryavanî ya bajarê Oçakov (Ozî) dest bi avakirina navenda fermandariya dervaniyê kirine.

    Malpera Hêzên Deryavaniya Amerîkayê ragihand, avakirina fermandariyê 25ê Tîrmehê bi merasîmekê destpê kiriye.

    Tê ragihandin ku ji bo avakirina fermandariyê ji meha Nîsanê ve xebat didomin û piştî îmzekirina peymanan kêşeyên lojîstîkî jî hatine çareserkirin.

    Projeya fermandariya hêza deryavaniyê sêyemîn projeya Amerîkayê ye ku li Osaçovê plana wê hatiye kirin.

    Parlamena Ukraynayê Radaya Bilind serê salê destûr dabû ku leşkerên Amerîkî ji bo tetbîqatan li welatê wan bi cih bibin.

    Di tetbîqata Sea Breeze-2017 a meha Tîrmehê de ku li başûrê Ukraynayê hatibî lidarxistin de, 17 welatan beşdarî kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Rûsyayê kete teyakuzê: Sîstemên parastina hewayî ketin dewrê
    Li Trabzonê di navbera PKKê leşkerên tirk de şer derket: Birîndar hene
    Trump Kim Jong-un hişyar kir: Bi aqil tevbigre
    PKKê bi roketan êrişî baregeha leşkerî kir
    Lavrov: Krîza Amerîka-Koreya Bakur dibe vegere şer
    Barzanî û Tillerson axivîn: Referandûm biryara gel e
    Etîketan:
    Ukrayna, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de