11:09 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Amerîka: Em serdana Pûtîn bo Abhazyayê rast nabînin

    © AFP 2017/ ALEXANDER NEMENOV
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bo Abhazyayê ku vê hefteyê pêk bîne, rast nabînin.

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, "Amerîka, serdana Vladimîr Pûtîn ji bo Abhazyayê ya axa Gurcistanê ku di bin dagirkeriya Rûsyayê de ye rast nabîne û difikire ku Rûsyayê xalên Hevdîtinên Navneteweyî ya Cenevreyê binpê dike."

    ‘DIVÊ RÛSYA HÊZÊN XWE VEKIŞÎNE CIHÊN BERIYA ŞER'

    Ji aliyê din ve Nauert diyar kir ku Amerîka piştgiriyê dide yekîtiya ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê qebûlkirin û serweriya Gurcistanê.

    Berdevka amerîkî destnîşan kir ku naskirina Abhazya û Osetyaya Başûr ji aliyê Rûsyayê ve red dikin û got: "Washington, Moskowê vedixwîne hêzên xwe vekişîne cihên beriya şerê 2008an û betalkirina, biryara naskirina Abhazya û Osetyaya Başûr dike.

    PÛTÎN LI ABHAZYAYÊ BI HACÎMBA RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ

    Pûtîn roja sêşemê çûbû Abhazyayê û li bajarê Pîtsûndayê bi Serokomatê Abhazyayê Raûl Hacîmba re hevdîtin pêk anîbû. Serokê rûsî eşkere kiribû ku piştgiriya wan ji bo serxwebûn û ewlehiya Abhazayê dê dewam bike.

    Rûsya di sala 2008an de serxwebûna Abhazya û Osetyaya Başûr naskiribû.

    Bi heman mijarî:

    Di teqîna Abhazyayê de 2 welatiyên rûsî jiyana xwe ji dest dan
    Pûtîn soz da daxwaziya welatiyekî
    Pûtîn wê li Sibiryayê masiyan bigire
    Navê Pûtîn li gundê xwe kirin
    Pûtîn: Îsal dê 30 keştiyên şer tevlî fîloyê bibin
    Etîketan:
    serxwbûn, serdan, Heather Nauert, Vladimîr Pûtîn, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de