19:22 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Balafir

    Jeta leşkerî ya rûsî li ser CIA, Pentagon û avahiya Kongreyê firiya

    © Sputnik/ Vladimir Presnya
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Li gorî nûçeya televîzyona CNNê, balafireke bêçek a leşkerî ya Hêza Hewayi ya Rûsyayê li ser CIA, Pentagon, avahiya Kongreya Amerîka û Baregeha Hewayî ya Andresê firiya.

    CNNê nûçeya xwe sparte rayedarekî amerîkî ku haya wî ji firînê hebû û ragihand ku balafira leşkerî ya bêçêk a Hêza Hewayî ya Rûsyayê di çarçoveya Peymana Asîmanên Vekirî de firîn pêk aniye.

    Li gorî nûçeyê, balafira bi modela Tu-154 firîna xwe ya pêşî li navenda Washîngtonê û li Baregeha Hewayî ya Andrewsê ku di heman demê de cihê sekna balafira Force One ya Serokê Amerîkayê ye pêk anî.

    ‘TIRKIYE JÎ DI NAV DE 34 WELAT DI PEYMANÊ DE CIH DIGRIN'

    Hat ragihandin ku destûra balafira rûsî ku têkeve herêma pir biewle ya derdora Qesra Spî ku P-56 jê re tê gotin hat dayîn.

    Peymana Asîmanên Vekirî di sala 2002an de kete meriyetê, welatê endamê peymanê bi beramberî hev îstîxbarat û çalekiyên leşkerî yên derheqê hev de berhev dikin. Tirkiye jî di nav de 34 welat di peymanê de cih digrin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Peymana kêmkirina rageşiyê li Gutaya Rojhilat, hat îmzekirin
    Ji bo S-400an ne peymana dawî, peymana prensîbê hatiye îmzekirin
    Pûtîn: Peymana navneteweyî ya li hemberî fînansoriya terorîzmê erê kir
    Amerîka peymana têkoşîna li dijî terorîzmê bi Qeterê re mor kir
    Rûsya û Siûdî peymana çekan a 3.5 milyar dolaran îmze kirin
    Etîketan:
    Balafira rûsî li ser CIA, Pentagon û Qesra Spî firiya, Peymana Asîmanên Vekirî, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de