21:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    ABD Başkanı Donald Trump, Polonya'da

    Trump: Cebilxaneya me ya nukleerî ji her demê bihêztir e

    © REUTERS/ Kacper Pempel
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku hişyarî da gefên Koreya Bakur got ku cebilxaneya nukleerî ya Amerîkayê ji her demê bihêztir e.

    Trump li ser twitterê bersiv da gefên bikaranîna çekên nukleerî û moşekên balîstîk ên Koreya Bakur.

    Serokê Amerîkayê wiha nivîsî: "Yekem fermana min a seroktiyê nûkirin û modernîzekirina cebilxaneya me ya nukleerî bû. Cebilxaneya me niha ji berê gelekî bihêztir e."

    Trump di berdewamê de got: "Hêvî dikim dê ti carî pêwîst neke em vê hêzê bikar bînin, lê dê ti demeke ku welatê herî bihêz ê dinyayê ne em bin çênebe."

    ​Serokê Amerîkayê li ser gefa nukleerî ya Koreya Bakur gotibû, ew dê bi ‘agir û xezebê' bersivê bidin.

    Rayedarekî Koreya Bakur jî ragihandibû ku ew li ser difikirin bi moşekên balîstîk ên Hwasong-12 êrîşî bingehên leşkerî yên Guama ya Amerîkayê bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Dijberiya Sûriyeyê: Alîkariya Tirkiyeyê bo me dewam dike
    Artêşa Iraqê di derbarê êrişa li dijî Heşdî Şebî daxuyanî da
    ‘Rûsya û Amerîka kurdan piştguh nakin'
    Tillerson: Trump bi zimanê ku Kim Jong-un jê fêm dike diaxive
    Baydemir: Bila Erdogan li aqûbeta Sedam binêre
    Li Mêrdînê operasyon: 20 kes hatin girtin
    Balafirên tirk li dijî çeperên PKKê operasyon pêk anîn
    Etîketan:
    Koreya Bakur, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de