16:41 23 Tebax 2017
Zindî
    Balafirên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê ya Navdewletî

    Amerîkayê di derbarê xistina Heşdî Şebî de daxuyanî da

    © AFP 2017/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Hêzên koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, îdiayên li hêzên Heşdî Şebî yên li sînorê Iraq-Sûriyeyê xistine red kirin. Hatibû ragihandin ku di êrişê de 36 kes hatin kuştin.

    Li gorî ragihandina Reutersê Hêzên koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike di derbarê mijarê de daxuyanî da û tê de eşekere kir û ku îdia nerast in û di wî saetî de li herêmê operasyon pêk neanîne.

    Koma Seyîd Şûheda Ketîbelerî ku yek ji hêzên Heşdî Şebiye îdia kiribû ku di êrişê de 36 milîtannên wan hatine kuştin, 75 kes jî birîndar bûne.

    Hatibû îdiakirin ku 7 pasdarên Îranê jî li ser sînor hatine kuştin.

    ​Di daxuyaniyê de hatibû îdiakirin ku di "êrişê de moşekên biaqil pêkanîne û ji vê çalakiyê jî Artêşa Amerîkayê berpirsyar digirin."

    DAIŞê BERPIRSYARIYA XWE LI SER BÛYERÊ RAGIHANDIBÛ

    DAIŞê li ser bûyerê ji ser medyaya civakî ve berpirsyariya xwe ragihand. Rêxistinê îdia dike ku dest danîne ser gelek çek cebilxane û wesayîtên bizirx.

    Bi heman mijarî:

    Koalîsyona Navdewletî hejmara mîlîtanên DAIŞê yên li Mûsilê eşkere kir
    Koalîsyona Navdewletî di derbarê destpêkirina operasyona Reqayê de daxuyanî da
    Îlham Ehmed derbarê êrişa Tirkiyeyê de: Bila Koalîsyona Navdewletî helwesta xwe zelal bike
    Koalîsyona navneteweyî balafiran dide HSDê
    Rûsya: Koalîsyona navneteweyî binesaziya Sûriyeyê bi awayek sîstematîk tune dikin
    Etîketan:
    xistin, balafir, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de