00:11 18 Mijdar 2017
Zindî
    Amerîka - Ala Amerîkayê

    Amerîka: Em ji tehdîdan natirsin û narevin

    © Sputnik/ Natalya Seleverstova
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 5010

    Balyoza Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley ji bo tehdîdên Koreya Bakur got: "Em ji tehdîdên wan natirsin û narevin."

    Balyoza Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley di hevpeyvîna xwe ya kanal Fox Newsê de ji bo tehdîdên Koreya Bakur got: "Em ji tehdîdên wan natirsin û narevin."

    Nikki Haley di berdewamiya axaftina xwe de got: "Koreya Bakur niha dibîne ku civata navneteweyî bûye yekdeng. Çînê paşda gav neavêt, Rûsya paşve venekişiya. Di Konseya Ewlehiyê de her kesî got 'êdî bes e û em vê bêminetiyê zêdetir temaşe nekin'.

    Koreya Bakur ji sedî 90ê bazirganiya xwe bi Çînê re dike. Ji ber vê yekê pir girîng bû ku Çînê piştgirî da tengavkirinan. Çîn jî dibêje em ê giraniya xwe zêdetir bikin û tengavkirinan bisepînin."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka ji bo operasyonan hêzeke taybet dişîne
    Amerîka: Rêveberiya Sûriyeyê aktîvîstê navdar Hardabîl îdam kir
    Amerîka li Rojava hêzeke çekdar a mayînde ava dike
    ‘Amerîka ji bo dewleta Kurdistanê ava bike li Sûriyê bicih dibe’
    ‘Amerîka nahêle Îran bibe gef'
    Etîketan:
    Balyoza Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY), Nikki Haley, Koreya Bakur, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de