13:42 19 Mijdar 2017
Zindî
    heşdî şabî-şebî-mûsil

    Balafirên Amerîkayê milîsên Heşdî Şebî bombe kirin: 40 kuştî û 80 birîndar

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 16910

    Hat ragihandin ku balafirên şer ên Amerîkayê li sînorê Iraq û Sûriyeyê çeperên milîtanên Heşdî Şebî bombebaran kirin.

    Parlamentoya Iraqê
    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Hat ragihandin ku balafirên şer ên Amerîkayê li sînorê Iraq û Sûriyeyê çeperên Heşdî Şebî bombebaran kirin, di encama bombebaranê de gelek endamên Heşdî Şebî hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya grûba Ketîbeya Seyid Şuheda êrişa hewayî pir dijwar bû.

    Heşdî Şebî ji gelek grûbên şîe yên nêzîkî Îranê pêk tên. Ketîbeya Seyîd Şuheda ku ew jî yek ji grûbeke Heşdî Şebî ye di daxuyaniya xwe de ragihand ku li hemberî hêza wan a milîs êrişa hewayî pêk hatiye.

    Ketîbeya Seyid Şuheda di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku hêza hewayî ya Amerîkayê berê çend caran li vir li dijî DAIŞê êriş pêk anî ne, lê êrişa îro li hemberî hêza me bû û di encama êrişê de gelek endamên me hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

    Ji aliyê din ve li gorî malpera Welayet News ku nêzîkî rejima Îranê ye di nûçeya xwe ya derbarê êrişa ser Ketiya Seyid Şuheda de ragihand ku 40 kes hatiye kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Ji serê sala 2017an ve 144 kolberên kurd li sînorê Îranê bûne qurbanî
    Ji artêşa Tirkiyeyê bo sînorê Rojava sewkiyata leşkerî
    DAIŞê li sînorê Herêma Kurdistanê 'Wîlayetek' ava kir
    Tirkiye li sînorê Rojava dîwarekî din ava dike û hêza leşkerî bi cih dike
    Erdogan: Em li ser sînorê Îran û Iraqê jî dîwar ava dikin
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê kontrola sînorê Urdunê bidestxist
    Etîketan:
    Ketîbeya Seyîd Şuheda, Hêza Hewayî ya Amerîkayê, DAIŞ, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de