21:46 25 Îlon 2017
Zindî
    Doha, Qatar / Qeter

    Amerîkayê ji bo çareserkirina krîzê 2 rayedarên xwe şandin

    CC BY 2.0 / Juanedc / Doha, Qatar
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Hat ragihandin ku Amerîkayê ji bo çareserkirina krîza Qeterê du rayedarên xwe yên payebilind şandine herêmê.

    Rayedarekî Amerîkî ku nexwestiye navê xwe bide, ragihand ku vê hefteyê 2 rayedarên payebilind ên Amerîkî çûne herêmê û got: "Generalê xanenişîn Anthony Zinni û

    Wekîlê Cîgirê Wezîrê Karên Derve Timothy Lenderking ji bo pêwendiyê bi aliyan re bikin û piştgiriyê bidin hewldanên navbeynkariyê yên hikûmeta Qûwêtê vê hefteyê çûne herêma Kendavê."

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di axaftineke xwe ya hefteya borî de gotibû, dibe generalê xanenişîn Zinni ji bo şopandina krîza Qeterê, biçe Qeterê û 4 welatên din ên Kendavê.

    Krîza Kendavê 5ê Hezîranê bi daxuyaniya Erebîstana Siûdî, Mîrnişînên Erebî, Yemen, Misir û Bahreynê ku hemû pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qeterê re birîbûn destpê kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Zanyaran gefa herî mezin a ser tenduristiyê eşkere kir: Tenêtî
    Li Kemerovoyê wesayîta zirxî ya leşkerî, li otomobîla ku dilezand qelibî
    ‘Tirkiye, ji bo YPGê piştgiriya xwe ya Dijberiya Sûriyeyê birî'
    Rûsya: Amerîka ji peymanê vekişe, emê bersiveke asîmetrîk bidin
    Heşda Şebî dema operasyona Telaferê ragihand
    Desteya Referandûmê: Bernameya şanda muzakereyên bi Bexdayê re diyar bû
    Gabriel: Em li bende ne ku Tirkiye helwesta xwe biguherîne
    Etîketan:
    Qeter, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de