14:40 19 Îlon 2017
Zindî
    USS Ronald Reagan

    Enqaza balafira Amerîkî ya ketibû hat dîtin

    © REUTERS/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Wezîrê Bergiriyê yê Avustralyayê senator Marîse Payne, ragihand ku enqaza balafira Amerîkî ya cengî ku dema dixwest li Kendava Shoalwater a eyaleta Queenslandê li ser keştiya balafirên şer USSS Ronald Reagan deyne ketibû, hatiye dîtin.

    Payne di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku balafira cureya MV-22 Osprey a Amerîkî ku li peravên Avustralyayê roja şemiyê ketibû, ji aliyê keştiya Hêza Deryavanî ya Qraliyeta Yekgirtî HMAS Melville ve cihê wê hatiye tesbît kirin.

    Herwiha hat zanîn ku dê muretebata HMCS Melville û noqav îşev bi navgînên dûresazî dest bi operasyona binê avê bikin.

    Hat eşkerekirin ku ji 3 leşkerên Amerîkî navê 2 leşkerên di balafirê de can dabûn ji aliyê malbatên wan ve hatiye diyarkirin.

    Hat ragihandin ku navê yek ji leşkeran Benjamin Robert Cross ê bi rutbeya texmeniyê û yê din jî Nathan Ordway ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şebî dema operasyona Telaferê ragihand
    Desteya Referandûmê: Bernameya şanda muzakereyên bi Bexdayê re diyar bû
    Gabriel: Em li bende ne ku Tirkiye helwesta xwe biguherîne
    Li Îtalyayê Peykerê ‘Ramboyê Rûsî’ hat danîn
    DAIŞê li sînorê Herêma Kurdistanê 'Wîlayetek' ava kir
    Di gorekî komî de termê 550 leşkeran hat dîtin
    Sûriye bersiva biryara hilbijartina kurdan da: Berdêla wê gelekî baş dizanin
    Etîketan:
    Avustralya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de