23:12 20 Îlon 2017
Zindî
    Brett McGurk

    McGurk: Li gorî me referandum ne fikreke baş e

    © REUTERS/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 51 0 0

    Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê li dijî tekoşîna DAIŞê Breet McGurk di axaftina xwe de ragihand ku Washîngton li dijî referanduma Kurdistanê ya 25ê Îlonê ye.

    Nûnerê Trump Breet McGurk li Washîngtonê di brîfîngeke taybet de got: "Li gorî nêrîna me referandum ne fikreke baş e. Dema wê ne rast û baş nehatiye amadekirin. Encamên referandumê dibe şikestinê di şerê dijî DAIŞê de veke."

    McGurk di berdewamiya axaftina xwe de: Ji ber vê em bi serokê iraqî re mijarên bi berfirehî dinirxînin. Wezîrê Derve Rex Tillerson di van rojên dawî de çend axaftinên telefonî yên girîng pêk anîn. Temaşe bikin niha jî em behsa referanduma 25ê Îlonê dikin. Amerîka li dijî referandumê ye û Iraqa federal diparêz e."

    ‘KURDISTANA SERBIXWE DÊ BIBE HEVALBENDEKÎ XURT Ê AMERÎKAYÊ'

    Ji aliyê din ve Şêwirmendê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî Hêmin Hewramî jî di axaftina xwe de got: "Lidarxistina referandumê ti zirarê nade tekoşîna dijî DAIŞê. Em bi tekoşîna terorîzmê bawer in û em ê vê bidomînin. Ti girêdana referandum û tekoşîna dijî DAIŞê bi hev ve tuneye. Kurdistana serbixwe ji bo Amerîkayê hevalbendekî xurttir e."

    Bi heman mijarî:

    McGurk: Li Reqayê bi qasî 2 hezar DAIŞî mane û wê bên kuştin
    Brett McGurk: Em dema referandûma Kurdistanê rast nabînin
    Brett McGurk: Cîhan bi salane ku şerekî wiha nedîtiye
    McGurk piştî Reqayê li Enqerê ye
    Brett McGurk li Tebqayê bi fermandarên HSDê re hevdîtin pêk anî
    Etîketan:
    Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, Nûnerê Serokê Amerîkayê, Hêmin Hewramî, Breet McGurk, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de