04:32 24 Îlon 2017
Zindî
    Rex Tillerson û Wezîrên Derve yên endamê welatê ASEANê

    Wezîrê amerîkî Tillerson: Em ê bersivê bidin Rûsyayê

    © REUTERS/ Erik De Castro
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di axaftina xwe de ragihand ku em ê bersivê bidin Rûsyayê. Kremlînê hejmara xebatkarên nûneriyên Amerîkayê li Rûsyayê 755 kes kêm kiribû.

    Li gorî nûçeya ajansa APê Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson hetanî 1ê Îlonê dê biryara bersiva kêmkirina xebatkarên dîplomatîk ên Rûsyayê ku 755 kes kêm kiribû bidin.

    Tillerson û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duhî li paytextê Filipînê li Manilayê di çarçoveya Zîrweya ASEANê de hevdîtinek pêk anî bûn. Piştî hevdîtinê Rex Tillerson di axaftina xwe de gotibû: "Mişn hinek pirsên ku werin bersivandin ên derheqê biryara kêmkirina dîplomatên amerîkî jî kirin."

    Piştî ku Kongreya Amerîkayê bi îdîaya ku Rûsyayê mudaxeleya hilbijartina Amerîkayê kiriye wek bergirîdan biryara hinek mueyîdeyan derxistibû. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî li hemberî vê biyara kongreyê gotibû: "Hetanî 1ê Îlonê em ê 755 xebatkarên nûneriyên dîplomatîk ên Amerîkayê kêm bikin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Tillerson piştî mueyîdeyan cara ewil civiyan
    Rûsya bertek da gotinên Tillerson yên derbarê Koreya Bakur de
    Puşkov daxuyaniyên Tillerson wekî demagojî bi nav kir
    Tillerson: Ji zêdebûna gefên Koreya Bakur, Rûsya û Çîn berpirs in
    Lavrov û Tillerson bersiva Rûsyayê ya li dijî Amerîkayê axivîn
    Etîketan:
    Yekîtiya Netewên Bakurê Rojhilatê Asyayê (ASEAN), Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Rex Tillerson, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de