23:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump spasî li Rûsya û Çînê kir

    © AFP 2017/ Nicholas Kamm
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ew bi mueyîdeyên nû yên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) yên ser Koreya Bakur kêfxweş bûye. Trump herwiha ji ber piştgiriya biryarê li KENYê spasî li Çîn û Rûsyê kir.

    Di daxuyaniya nivîska ya Koşka Spî de hat diyarkirin, dê dorpêçên aborî û siyasî yên li beramberî çalakiyên gefxwarinê yên Koreya Bakur werin zêdekirin.

    Trump ji xeynî diyarkirina kêfxweşiya xwe ya bo biryara KENYê herwiha spasî li piştgiriya Çîn û Rûsyayê ya ji bo derbasbûna biryarê kir.

    Endamên KENYê li ser daxwaza Amerîkayê pêşniyar qanûna dorpêçên nû li ser Koreya Bakur bi 15 dengan pejirandibûn.

    Li gor biryarê dê qedexe li ser dahatên girîng ên Koreya Bakur yên komir, hesin, risas û berhemên behrê were danîn û dahata 3 milyar dolarî ya Koreya Bakur ji 3yan yekê wê were kêmkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li balafirgeha Stenbolê şer û pevçûn: 70 kes bi hev ketin
    Berdevkê nû yê YNKê diyar bû
    Balafiran herêma sivîl a Reqayê bombardiman kir: 43 kes mirin
    Erdogan: Hûn dizanin ku ev birayê min jî kurd e
    Rûsyayê bertek nîşanî YEyê da: biryar siyasî û nehiqûqî ye
    Serokatiya Herêma Kurdistanê ew nûçe derewand
    Wezîra kurd ji hemwelatîbûna Tirkiyeyê derdikeve
    Di definkirina cenaze de teqîn: 3 kuştî û 2 birîndar
    Etîketan:
    amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de