08:39 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Wezîrê amerîkî ji Barzanî û Ebadî daxwaz kir ku pirsgirêkan çareser bikin

    © AP Photo/ SAFIN HAMED
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Li gorî çavkaniyên herêmî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz kir ku pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

    Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi rêya telefonê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axiviye, behsa wêrekî û qahremaniya pêşmerge û ji ber rola wan a sereke ya di şikestina rêxistina terorîst a DAIŞê de spasî kiriye.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di mijara referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî Tillerson gotiye ku Amerîka piştgirî dide Iraqeke demokratîk, federal û yekgirtî.

    Li gorî daxuyaniya konsolxaneyê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz ji Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye ku ji bo hemû çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bila deriyê diyalogê vekirî be.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka ji bo operasyonan hêzeke taybet dişîne
    Amerîka: Rêveberiya Sûriyeyê aktîvîstê navdar Hardabîl îdam kir
    ‘Amerîka bi bêhneke fireh ji xwe re Kurdistanê ava dike'
    Wezareta Derve ya Rûsî: Amerîka vedigere heyama ‘şerê sar’
    ‘Amerîka ji bo dewleta Kurdistanê ava bike li Sûriyê bicih dibe’
    Etîketan:
    Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê, Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê, Heyder Ebadî, Rex Tillerson, Mesûd Barzanî, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de