02:04 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Amerîkayê

    Amerîka ji bo operasyonan hêzeke taybet dişîne

    © AP Photo/ Mindaugas Kulbis
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 126 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest, artêşa Amerîkayê ji bo operasyonên li hemberî rêxistina terorîst a El Qaîdeyê hêzeke taybet dişîne Yemenê.

    Li gorî daxuyaniya berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis, artêşa Amerîkayê hêzeke taybet dişîne Yemenê û armanca vê hêzê jî wêrankirina rêxistina terorîst a El Qaîdeyê ye.

    Wek tê zanîn bi sedan terorîstên El-Qaîde li parêzgeha Şebuwe ya başûrê Yemenê di tevgerê de ne, çalakiyan dikin û Îmarata Erebî jî ji bo têkbirina milîtanên El-Qaîdê yekîneyek rêkirine wê parêzgeha Yemenê.

    Berdevkê Pentagonê Jeff Davis di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku ji destpêka meha Adarê ya 2017an û heta niha, balefirên şer ên Amerîkayê 80 êrişên hewayî li hemberî vê gruba terorîst a li Yemenê li dar xistiye.

    Bi heman mijarî:

    Erdhejeke bi hêza 5.6 li Oklahomaya Amerîkayê
    Amerîkayê, li Deryaya Spî hêza xwe nîşanî Rûsyayê da
    Hêza Hewayî ya Amerîkayê wê li paşiya Çîn û Rûsyayê bimîne
    Çîn û Rûsya, wê dawiyê li hêza leşkerî ya Amerîkayê bînin
    Hêza moşekên S-500î, Amerîkayê ditirsîne
    Etîketan:
    El Qaîde, Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon), Jeff Davis, Yemen, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de