17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Wezareta Derve ya Amerîkayê

    Amerîka: Rêveberiya Sûriyeyê aktîvîstê navdar Hardabîl îdam kir

    © AP Photo/
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku rêveberiya Sûriyeyê aktîvîstê navdar Basîl Hartabîl ku beriya 5 salan li Şamê hatibû girtin, îdam kiriye.

    Nauert, "Amerîka ji îdam kirina Hartabîl ku ji aliyê rêveberiya Sûriyeyê ve pêk hat, gelek xemgîn bûye."

    Nauert, eşkere nekir ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê agahiyên îdam kirina Hartabîlê ji ku bi dest xistine.

    Rojnameya Independent di nûçeya xwe yê ku zanyariyên xwe sipartibû hevsera Hartabîl de ragihandibû ku aktîvîstê sûrî hatiye îdamkirin.

    Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Hartabîl di sala 2015an de piştî desteserkirinê hatiye îdamkirin.

    Bi heman mijarî:

    Koma dijberiya Sûriyeyê dê çekên Amerîkayê lê vegerîne
    Amerîkayê li ser dayîna tankan bo YPGê daxuyanî da
    Kremlînê bersiva da mueyîdeyê nû yên Amerîkayê
    YEyê ji ber mueyîdeyên Rûsyayê hişyarî da Amerîkayê
    Amerîkayê ceribandina moşekên balîstîk ên bêçêk kir
    Etîketan:
    aktîvîst, îdam, Wezareta karên derve ya Amerîkayê, Heather Nauert, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de