23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Rex Tillerson

    Amerîka: Em ê rê li ber firehbûna Îranê bigirin

    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di axaftina xwe de ragihand ku em dixwazin pêşiyê li berfirehbûna Îranê li Sûriyeyê bigirin.

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di axaftina xwe de got: "Niha di têkiliyên Washîngton û Moskowê de gengeşiyeke cidî heye. Amerîka û Rûsyayê tekoşîna li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê dimeşînin û dixwazin li Sûriyeyê aştiyeke mayînde were sazkirin."

    Rex Tillerson di berdewamiya axaftina xwe de got: "Sûriye ji bo tekoşîna li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê ezmûneke baş e. Di pêşeroja rêvebiriya Sûriyeyê de cih ji Esad re tuneye."

    Tillerson di dirêjiya axaftina xwe de got: "Divê milîs û leşkerên îranî ku hikûmeta Şam û Tehran piştgiriya wan dikin vegerin malên xwe. Em dixwazin bi hevalbendên xwe re rê li ber berfirehbûna Îranê ya li herêmê bigirin."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bersiva îdîayên îstîfayê da
    Lavrov bangî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson kir
    Koşka Spî: ‘Kêfa Rex Tillerson qet ji hikûmeta Tirkiyê re nehat’
    Rûsya: Êrişa Amerîka bandorê li hatina Rex Tillerson a Moskowê nake
    Heyder Ebadî û Rex Tillerson hevdîtin pêk anî
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Rex Tillerson, Îran, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de