09:04 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Dîmenên leşkerên Amerîkî li Minbicê

    ‘Amerîka dê piştgiriya xwe ya YPGê zêdetir bike'

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 32360

    Nivîskar û akademîsyen Doç. Dr. Bariş Doster rewşa dawî ya Sûriyeyê nirxand û ragihand ku rêvebiriya Washîngtonê wê her tiştê xwe li ser kurdan razîne û wan ji xwe re nêzîk bibîne.

    Li ser dîwarekî Helebê logoya koma muxalîfên Sûriyê Ahrar'ş Şam
    © AFP 2017/ George OURFALIAN
    Nivîskar û akademîsyen Doç. Dr. Bariş Doster rewşa dawî ya Sûriyeyê nirxand û got: "Dema ku em li rewşa Sûriyeyê temaşe dikin hemû înîsiyatîf di destê Rûsyayê de ye, lê Amerîka jî amadehiya dewra nû dike. Amerîka dixwaze sûcê rêxistibûyîna grûbên cihadîst ên li Idlîbê têxe stûyê Enqereyê. Rêvebiriya Washîngtonê wê her tiştê xwe li ser kurdan razîne û wan ji xwe re nêzîk bibîne."

    Bariş Doster di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji aliyekî ve nûnerê Serokê Amerîka Donald Trump ê li dijî tekoşîna DAIŞê Breet McGurk bi peyvên tund Tirkiyeyê rexne dike û ji aliyê din ve bi PYDê re hevdîtinan pêk tîne. Helbet Amerîka wê zêdetir giraniya xwe bide ser Iraqê ji bo ku dixwaze bi kurdan rê li ber Îranê bigire."

    Doster di dirêjiya axaftina xwe de got: "Amerîka bernameya xwe ya piştgiriya grûbên radîkal bi dawî kir û dê bi wan re hevkariyê neke. Lê Amerîka wê piştgiriya xwe ya PYDê zêdetir bike. Li pêşiya me piştî pirsgirêka bakurê Iraqê wê pirsgirêka bakurê Sûriyeyê jî derkeve."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Welatên Rojavayî alîkariya terorê tercîh kirin
    Pûtîn serkanên xwe re li ser Sûriye û têkiliyên bi Amerîkayê re nirxand
    Lavrov: Divê kurd, beşdarî pevajoya çareseriya li Sûriye bibin
    Malikî ji bo Rûsyayê: Nehêlin ku Sûriye parçe bibe
    ‘Ji ber ku YE naxwaze bibe hevsînorê Sûriye û Iraqê, endamtîya Tirkiyê naxwaze’
    Etîketan:
    Amerîka wê piştgiriya xwe ya YPGê zêdetir bike, Nivîskar û akademîsyenê tirk, Bariş Doster, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de